Zamenhofê ku xwe bi navê Dr. Esperanto daye nasîn, fikiriye ku zehmetiyên ragihandinê yên di navbera kesên ziman-cuda de bi saya zimaneke hevpar ê ku fêrbûna wê hêsan be, dê ji holê rabin û bi vê mebestê esperanto çêkiriye. Îro herçiqas zimanê çêkirî yê herî navdar û axiverên wê herî pir ew be jî negihaştiye asta "zimanê navnetewî".
Zimanê esperanto, ji aliyê Ludwik Lejzer Zamenhof ê polonî yî doktorê çavan hatiye çêkirin û di 1887an de weşandiye.
Mirovên wê herêmê ya ku Dr. Zamenhof tê de bû, bi polonî, rûsî, yîdîş û hwd. dipeyiviyan. Ji bo ku ew gelên ji hev cuda, bi hevre bi hêsanî têkiliyê dînin, zimaneke bi 16 rêzikê bingehîn îcad kiriye ku tu carî naguherin û îstîsnayên wan tune ne. Jêderkên peyvan ji wan ziman û bi gelemperî jî ji zimanên Ewropayê girtiye.
Zamenhof, ji zarokatiya xwe ve xeyal kiriye ku zimaneke çêbike û mirovên ji neteweyên cuda bi hêsanî werin ba hev du. Di demên pêşî de fikiriye ku zimanên latînî û yewnanî basît bike lê belê piştî destpêka fêrbûna latînî fêm kiriye ku bingehên wê tevlihev e û biryar daye ku zimaneke ji serî afirandin jê çêtir e. Ji emrên xwe yên dehî ve xebitiye ku zimaneke wiha çêbike. (bêhtir…)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî cyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1958 – Karesata herî mezin a di dîroka deryavantiya Tirkiyeyê de li kendava Îzmîtê qewimî. Keştiya bi navê „Üsküdar" lûqî bin avê bû û 160 kesên tê de bûn jiyana xwe ji dest dan.
1965 – Li Amasyayê li kana komirê ya lînyîtê ji sedema grîzûyê teqîn çêbû, di encamê de 68 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
1991 – Li bajarê Kurdistanê Kerkûkê raperîn destpê kir.
1994 – Li bajarê IzmîrêNavenda Çanda MezopotamyayêNÇM vebû.
1994 – Gundê bi navê Ûranis ê ser bi navçeya Tetwanê ve ji aliyê leşkerên tirk ve hate şewitandin û valakirin.
1998 – Gerîlayê kurd Hüseyîn İşçan yê bi navê kod Sabrî Nurhak li Amanosê di encama şerekî bi artêşa tirk re jiyana xwe ji dest da.