Zûrîx-SANA
Rêkxerên xelatên “Goga Zêrîn” duh Pêncşemê ragihandin ku merasîm dê cara yekem li bajarê Londonê were lidarxistin, ew jî di 26ê Cotmeha bê de, hevdem ligel 70emîn salvegera damezrandina xelatê.
Xelata “Goga Zêrîn” ku ji hêla kovara “France Football”ê ve di sala 1956an de hatiye damezrandin, di cîhana futbolê de xelata takekesî ya herî pilebilind tê hesibandin.
Yekîtîya Komeleyên Futbolê ya Ewropayê (UEFA) dîyar kir ku biryara lidarxistina gera heftêyemîn li Londonê, wekî rêzgirtinekê ji bo yarîzanê Îngilîzî Stanley Matthews hatiye girtin, ku berî 70 salan bûbû yekemîn kesê ku vê xelatê werdigire.