Waşington-SANA
Li gorî nîşanên destpêkê ku di têbînîyên guhertoya ceribandinê (beta) ya yekem de hatine xuyakirin, kompanya Google xwe amade dike ku guhertoya nû ya sîstema Android 17 ji dema asayî zûtir derxe.
Malpera “Gadgets 360” a ku taybet e bi nûçeyên teknolojîyê, dîyar kir ku dibe guhertoya dawî di navbera mehên Nîsan û Hezîrana 2026an de were pêşkêşkirin, û tê pêşbînîkirin ku belavkirina wê di meha Hezîranê de be.Guhertoya ceribandinê çendîn başkirinan di performansa giştî ya sîstemê de li xwe digire. Her wiha biryar e ku guhertoya ceribandinê ya duyem di meha Adara bê de were derxistin, da ku dewra ceribandinan berî belavkirina fermî temam bibe.