Waşington-SANA
Lêkolînerên ji Zanîngeha Texasê ya li Austinê, bi hevkarîya laboratuwarên niştimanî yên “Sandia” li Amerîkayê, karîbûn destekî mirovî yê rastîn bi bikaranîna çapa sê-rehendî (3D) berhem bînin. Ev serkeftineke zanistî ya mezin e ku tenê bi bikaranîna madeyekê hatiye pêkanîn.
Ev pêşketin di teknîkên çapa sê-rehendî de wekî veguhertineke girîng tê hesibandin; ji ber ku rê dide ku pêkhateya aloz a laşê mirov bi awayekî pir nêzîkî rastîyê were teqlîdkirin. Ev yek jî asteke bilind a rastbûnê dide modelên ku di perwerdehîya bijîşkî û lêkolînên zanistî de têne bikaranîn.
Bikaranîna teknolojîya “CRAFT”ê ne tenê bi qada bijîşkî ve sînordar e, lê di qadên pîşesazî yên din de jî cih digire. Ev destkeft nîşana geşepêdana bilez a çapa sê-rehendî û şîyana wê ya girêdana di navbera hûrgulîya zanistî û nûbûnîya endezyarîyê de ye.