Şam-SANA
Li Koşka Gel a Şamê Serok Ehmed El-Şeri’ pêşwazîyê li şandeke aborî ya Îmaratî bi serokatîya karsaz Mihemed Elî Raşid El-Ebar kir. Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî jî di civînê de amade bû.
Di civînê de, derfetên veberhênan û geşepêdanê yên li Sûrîyê hatin nirxandin, nemaze sektora geşepêdana xanûbere, bi awayekî ku beşdarî piştevanîya pêvajoya geşepêdana aborî bibe.




