Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ li Koşka Gel li Şamê serokatîya civîna Encumena Bilind a Perwerde û Fêrkirinê kir..
Di civînê de, birêveçûna proseya fêrkirinê û amadekarîyên ji bo ezmûnên bê hatin nirxandin. Her wiha behsa rêyên pêşxistina pergala perwerdeyê bi rêya xurtkirina hevahengîya di navbera wezaretên Perwerde, Xwendina Bilind û Ewqafê de hat kirin.
Di civînê de nûkirina rêbaz û planên xwendinê, û bilindkirina kalîteya perwerdeyê hatin gotûbêjkirin, da ku ligel daxwazên qonaxê bigunce û bibe alîkar di avakirina kadroyên niştimanî yên şareza de.

