Heleb-SANA
Gora bikom a ku duh Pêncşemê li hundirê bîreke li “Mezreya El-Rahib”ê ya ser bi herêma Sifîrê li gundewarê başûrê Helebê hat dîtin, şûnmayên bi dehan welatîyên herêmê tê de ne, ku di sala 2013an de li ser destê hêzên rejîma berê hatine kuştin.
Endazyar Ehmed El-Ebdo ji rêveberîya herêma Sifîrê, îro Înê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku li cihê navborî bîrek heye ku şûnmayên bi dehan sivîlên ku di dema êrîşa li ser gund di sala 2013an de hatine kuştin tê de ne. El-Ebdo amaje pê kir ku ev bîr ne tenê ye, lê belê çend bîrên din li herêmê hene ku tê gumankirin ku hejmareke mezin ji qurbanîyan tê de bin.
Ji hêla xwe ve, pisporê tawankarîyê Dr. Mihemed Kihêl ji Desteya Niştimanî ya Wendayan dîyar kir ku tîmên pispor yekser piştî wergirtina gilînameyê berê xwe dane cihê bûyerê. Lêkolînên seretayî nîşan didin ku bîrên irtiwazî yên kûr hene ku bermayîyên mirovî tê de ne. Kihêl destnîşan kir ku reftarkirina ligel van cure cihan hewcedarî amûr û mekanîzmayên taybet e ku niha bi qasî pêwîst peyda nabin.





