Heleb-SANA
Sazîya Sûrîyê ya Posteyê îro Yekşemê navenda posteya nahîyeya Sirînê li devera Kobanîyê li parêzgeha Helebê vekir. Ev pêngav bi armanca xurtkirina xizmetguzarîyên bingehîn û berfirehkirina qada xizmetên hikûmî ye ku pêşkêşî welatîyên herêmê tên kirin.
Rêveberê Giştî yê Sazîyê Îmadedîn Hemed di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku navenda nû wê komek xizmetên berfireh pêşkêş bike, di nav wan de: dayîna mûçeyên xanenişînan, xizmetên tomara dadwerî (ne-mehkûm), dayîna qistên xwendekarên zanîngehan, hewaleyên navxweyî, belgeya “ne-karkir”, ligel xizmetên din ên ku wê li pey hev werin zêdekirin, mîna xizmetên barkêşiyê.
Hemed destnîşan kir ku di qonaxa bê de wê navendên posteyê yên din li devera Kobanîyê û nahîyeyên wê werin vekirin, û xebat ji bo çareserkirina kêşeyên teknîkî yên têkildarî binesazî û torên ragihandinê berdewam dikin.


