Şam – SANA
Jêdereke leşkerî tekez kir ku Artêşa Erebî ya Sûrî, piştî destnîşankirina cihê dronan, li derdora Dêr Hafirê ya li rojhilatê Helebê dest bi armanckirina jêderên dronên HSDê kir.
Jêderê ji kanala El-Ixbarîya ya Sûrî re got: Êrîşên HSDê yên bi rêya dronan bûne sedema birîndarbûna bêhtirî 6 kesan (sivîl û polîsên leşkerî).
Jêderê da zanîn ku bersivdayîna artêşê dê sînordar be.
Berî niha di nava rojê de, sê leşkerên Artêşa Erebî ya Sûrî birîndar bûn, di encama armanckirina xaleke kontrolê ya polîsên leşkerî ji alîyê “HSD”ê ve bi dronan li derdora bajarokê Dêr Hafirê yê li gundewarê rojhilatê Helebê.