Şam-SANA
Xwendekarê Sûrî Îbrahîm Fisteq di pisporîya Endezyarîya Înformatîkê de, medalya bronz di Olîmpyada Înformatîkê ya Asya û Okyanûsa Aram (APIO 2026) de bi dest xist. Ev destkefteke zanistî ya nû ye ku li tomara beşdarbûnên Sûrîyê tê zêdekirin.
Desteya Jêhatîbûn û Afirînerîyê di daxuyanîyekê de ku SANAyê îro Yekşemê kopîyek jê wergirt, dîyar kir ku Taywanê mêvandarîya çalakîyên vê werzê kir, ku ji dûr ve (online) di navbera 9 û 10ê Gulanê de, bi beşdarbûna 37 welat û herêman hat lidarxistin.
Desteyê bal kişand ser wê yekê ku 37 xwendekaran nûnertîya Sûrîyê di vê olîmpyadê de kir. Wan ezmûnên xwe bi rêya navenda Zanîngeha Virtual a Sûrîyê encam dan, di pêşbirkeyekê de ku xwe dispêre şarezayîyên bernamenivîsandin, algorîtma û çareserkirina pirsgirêkan.