Here naverokê

şiyan

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
şiyan (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -şê-
RP.
Niha
ez dişêm
tu dişê(y)
ew dişêt
em, hûn, ew dişêyn
Fermanî Yekjimar bişê
Pirjimar bişên
Rehê dema borî: -şiya-
RP.
Boriya
sade
min şiya
te şiya
wê/wî şiya
me, we, wan şiya
Formên din: Tewandin:şiyan

şiyan gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. (Badînî) Hêz / taqet yan hinêr yan derfet / delîv yan zanîn hebûn bo kirina tiştekî.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî شیان (şiyan, mimkin bûn), farisî شایستن (şayesten, hêja bûn, hejî bûn, mimkin bûn), pehlewî û avestayî xşa-, sanskrîtî kşeyeti-, ji proto-hindûewropî *kşê- (zal bûn, serwer bûn) ku herwiha serekaniya van peyvan e jî: şah, şêr, şar, şehr. Şiyan di soranî de maneya pêkanbûnê dide û carinan jî (bi tesîra hevreha farisî شایستن (hêjabûn, layiqbûn) >şayeste) ya "hêjabûn, layiqbûn", lê di zimanên kurdî de maneya resen a karîn parastiye, binêre zazakî şayene. Bi soranî bi maneya "karîn, şiyandar û qadirbûn" dibêjin tiwanîn. Bo mînakeke ji guherîna lêkera ku ji reha bi wateya qudret tê maneya wê bûye pêkanbûn binêre ingilîziya îro may/might, hevreha might (şiyan, qudret).

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina şiyan  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şiyan şiyan
Îzafe şiyana şiyanên
Çemandî şiyanê şiyanan
Nîşandera çem. şiyanê wan şiyanan
Bangkirin şiyanê şiyanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şiyanek şiyanin
Îzafe şiyaneke şiyanine
Çemandî şiyanekê şiyaninan

şiyan m

  1. karîn, kanîn, qabiliyet, jêhatin, pêçêbûn, hêz, taqet, qewet, qudret
    • [...] her yek li gor taqet, şiyan û efrandinên xwe yên hunerî bête sengandin. — (Xelîl DuhokîAntolojiya Çîroka Nû ya Kurmancên Başûr , Weşanên Nûdem, Stockholm, 1994)

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya ability a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.