Here naverokê

Dewleta serwerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nexşeya dewletên endama Neteweyên Yekbûyî

Dewletekê serwerî dewletekê ye ku li ser xakekî xwediyê desthildariya herî bilind e.[1] Bi gelemperî tê fêmkirin ku dewletekê serwerî serbixwe ye. Dema ku behsa dewletekê taybet tê kirin, têgeha "welat" dikare behsa welatekî pêkhatî an xakekî girêdayî jî bike.[2]

Ji dewletekê serwerî tê xwestin ku nifûsekê daîmî, axekê diyarkirî, hikûmetekê ku ne di bin kontrola dewletekê din de be, û şiyana têkiliyên bi dewletên din ên serwer re hebe. Di pratîkê de, naskirin an nenaskirin ji aliyê dewletên din ve, rolekê pir girîng dilîze. Her çend hebûna siyasî ya dewleta serwer ji naskirina ji aliyê dewletên din ve serbixwe be jî, dewletên nenaskirî pir caran di têkiliyên dîplomatîk de bi dewletên din ên serwer re zehmetiyan dikişînin.[3]

  1. ^ Philpott, Daniel (1995). "Sovereignty: An Introduction and Brief History". Journal of International Affairs. 48 (2): 353–368. JSTOR 24357595.
  2. ^ "Countries Not in the United Nations 2024". World Population by Country 2024 (Live). Roja gihiştinê 2 adar 2024.
  3. ^ Visoka, Gëzim (2022). "Statehood and recognition in world politics: Towards a critical research agenda". Cooperation and Conflict. 57 (2): 133–151. doi:10.1177/00108367211007876.